Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
DAIŞê dîsa êriş kir lê poşman bû
Guwêr – Çekdarên DAIŞê êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge li gundê Sultan Ebdula yê ser bi nahiyeya Guwêr ya nêzîkî Hewlêrê, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan.
Li gorî agahiyan, Hêzên Pêşmerge li gundê Sultan Ebdula bi tundî bersiva êrişa çekdarên DAIŞê dan û zerer û ziyanek mezin gehandin DAIŞê.
Berpirsê Eniya Mexmûrê Necat Elî ji Rûdawê re ragihand: “Termê 30 çekdarên DAIŞê li cihê şer mane. Herwiha hejmarek otomobîlên wan ên Hummer di encama topbaran Pêşmerge de hatin têk birin.”
Necat Elî wiha got: “Çekdarên DAIŞê hejmarek çekên giran jî li şûna xwe hiştin.”
Derbarê ziyanên Hêzên Pêşmerge di wî şerî de, Berpirsê Eniya Mexmûrê tekez kir ku, “Ne şehîd û ne birîndarên me hene.”
(Rûdaw)