Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Rûsya: Ebû Bekir Bexdadî li Reqayê hate kuştin

Yekîtî Media 22/6/2017

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, gelek belge hene ku di dema bombebarankirina binkeyên DAIŞê li Reqayê, rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî hatibe kuştin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Olik Seromolotov bi piştbestin bi zanyariyên wezareta derve ya welatê xwe, ku belgeyên bihêz hene û dibêj: “Bi baweriyeke mezin dikarim bibêjim, Ebû Bekir Bexdadî hatiye kuştin.”

Ev daxuyaniya berpirsê Rûsî di demekê de ye, ku di hefteya borî de dengoya kuştina Bexdadî di êrîşeke Rûsî ya li ser binkeyên DAIŞê li Reqayê de belav bûbû, lê ne Rûsya û ne jî Amerîka nikarîn ew nûçe piştrast bikirana.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button