Break newsNûçeslide

Partiyên derveyî parlementoyê piştevaniya xwe bo referandûmê ragihandin

Yekîtî Media 11/6/2017

Partî û aliyên siyasî yên li derveyî parlementoyê di civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de piştevaniya bo encamdana referandûma serxwebûnê ragihandin.

Li gor daxuyaniya civînê, aliyê siyasî ku 19 partî bûn, piştî guftûgoyekî têr û tije û li ber çav girtina rewşa navdewletî û wan qurbanîdan û ezmûnên gelê Kurdistanê li xebata xwe de hebûye, bi tevahî piştgîriya xwe ji bo proseya referandûm û biryara diyarkirina 25 Îlona 2017 ya referandûmê ragihandin.

Roja 7 Hizîranê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî yên di hikûmet û parlementoyê de başdar in de civiya, tenê Tevgera Goranê û Komela Îslamî ya Kurdistanê beşdar nebûn, di wê civînê de roja 25 Îlona îsal bo encamdana referandûmê hat diyarkirin.

Deqa daxuyaniya civîna îro wiha ye:

Roja şemî 10.06.2017 li Selaheddîn bi mebesta nirxandina biryara diyarkirina roja birêveçûna referandûmê li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û her wiha danûstandina bîr û ramanên di derbarê proseya siyasiya Herêma Kurdistanê, nûner û berpirsên bilindên partî û aliyên siyasiyên derveyê Parlemen li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê civiyan.

Li vê civînê de amadebûyan piştî guftûgoyekî têr û tije û li ber çav girtina rewşa navdewletî û wan qurbanîdan û ezmûnên gelê Kurdistanê li xebata xwe da hebûye, bi tevahî piştgîriya xwe ji bo proseya referandûm û biryara diyarkirina 25 Îlona 2017 ya referandûmê ragihand. Partiyên beşdarbuyên civînê tekez li wê yekê kirin ku hemû şiyanên xwe ji bo serxistina referandûmê dixineger, daxwaz jî kirin ku nûnerên wan û rola wan li komîte û karûbarên birêveçûna referandûmê de hebê.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê jî wê yekê ji bo amadebûyên civînê ronahî kir ku biryara birêveçûna referandûmê babetekî dîrokî û yek alîbûnê ye û peywîste bi jiyana take kesê xelkê Kurdistanê ve û hêvî jî xwest hemû aliyek bi awayeke girseyî ve beşdar bibin.

– Yekîtiya Neteweyî ya Demokrata Kurdistanê

– Tevgera Demokrata Gelê Kurdistanê

– Partiya Neteweyî ya Kurdistanê

– Tevgera Aştîxwazên Kurdistanê

– Partiya Pêşketinxwazên Demokratên Kurdistanê

– Tevgera Rizgariya Demokrata Kurdistanê

– Partiya Bet Alnahreyn Aldemoqratî

– Partiya Alatihad Aldemoqratî Alkildanî

– Serokê Encûmena Neteweyî ya Kildan

– Partiya Niştîmaniya Aşûrî

– Yekîtiya Bet Alnahreyna Niştîmanî

– Mînbera Demokrata Kildanî

– Tevgera Demokrata Turkmen

– Tevgera Turkmenî Bêlayen

– Partiya Demokrata Turkmenî Kurdistanî

– Komeleya Rewşenbîrî ya Turkmenên li Kurdistanê

– Partiya Gelê Turkmen

– Komeleya Lîberalî Turkmen

– Partiya Rizgariya Neteweyî ya Turkmenî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button