Break newsNûçeslide

HSDê taxa Romanî li Reqayê kontrol kir

Yekîtî Media 11/6/2017

Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) sêyemîn tax li Reqayê kontrol dike û sekirdayekî DAIŞê ligel 11 çekdaran dikuje.

şervanên HSDê ku duh derbasî taxa Romanî ya Reqayê bûn, îro jî karîn wê taxê ji destê DAIŞê kontrol bikin.di şer û pevçûnên li taxa Romaniyayê de serkirdayê DAIŞê Ebû Xetab El-Tonisî û 11 çekdarên din hatin kuştin.

Kontrolkirina taxa Romaniya piştî wê tê ku ji pêr ve HSDê taxa Meşleb û Sibahiya li rojavayê Reqayê kontrol kiribûn.

Ev roja şeşemîn e ku operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê dest pê kiriye û heta niha HSDê karî taxên Meşleb, Sibahiya û Romanî li Reqayê kontrol bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button