Break newsNûçeslide

Xwecihiya ENKSê li Efrînê kiryarên Girûpên çekdar li dijî Kurdan şermezarkir

Yekîtî Media 11/6/2017

Girûpên çekdar ên li bajarê Ezazê bi darê zorê welatiyê gundê Elî Qîno yê Kurdên Êzdî yê ser bi Efrînê ve ji gund derdikin û mal û milkên gundiyan didizin.

Derbarê vê bûyerê de, Encûmena Xwecihiya Efrînê ya ENKSê di daxuyaniyekê de da zanîn, ku hêzên çekdar ên li Ezazê ji roja 9 Hizêranê de bi ser gundê Elî Qîno yê Kurdên Êzdî de girtin û bi darê zorê dest bi derkirina gundiyan ji wî gundî kirin.

Xweciha Efrînê diyar kir ku, hêzên çekdar dest danîn ser mal û samanên gundiyan û hemû kelûpelên gundiyan ji çek, zeyt û pez dizîn. Herwiha welatiyên gundê Elî Qîno jî neçar bûn derbider bibin û derveyî gundê xwe bimînin.

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê ev bûyer şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan kir, ku fişarê bixe ser van grûpên çekdar, da ku welatiyên gundê Elî Qîno vegerin ser mal û milkên xwe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button