Break newsNûçeslide
ENKS ragihand : em ne pabendî belgenameya “Çarçoveya Cîbicîkar” in
Yekîtî Media 17/5/2017
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyanyekê de ragihand ku, ew di danûstandinên Cinêvê de berdewam in, lê pabendî bi belgenameya “Çarçoveya Cîbicîkar” nabe û da zanîn jî ku, herwiha ew pabendî ti biryarên di jêr vê belgenameyê de nabe, heta ku ew bendên nakok yên di navbera ENKS û Desteya Bilind de neyên guhertin.
ENKSê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku, ew digel Îtîlafê de li ser guhertina wan bendan lihev kiribûn, lê Îtîlafê berûvajî vê yekê kir û tenê hin gotin û têrm guhertin û naveroka wan bendan wek xwe man.