Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê 2 baregehên leşkerî di nava axa Sûriyê de ava dike

Yekîtî Media 16/5/2017

Tirkiyê ragihand, ku ew dê di nava axa Sûriyê de 2 binke û baregehên leşkerî ava bikin.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Veysî Kaynak roja duşembiyê 15ê Gulanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihandiye, ku Artêşa Tirkiyê plana wê yekê heye, ku li bajarê Elbabê yê li bakurê Sûriyê 2 baregehên leşkerî ava bike.

Veysî Kaynak herwiha daye xuyakirin, ku yek ji baregehan ji bo cendirmeyan û ya din jî ji bo baregeheke asayî ya serbazî ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button