Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Navê Kelha Hewlêrê bi fermî ket lîsteya kulturî ya UNESCOyê

Hewlêr – Kelha Hewlêrê bi fermî ket nav lîsteya Kulturî ya UNESCOyê. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî di measima nasandina Kelha Hewlêrê de got, ketina navê Kelha Hewlêrê di lîsteya kulturî ya UNCESCOyê de serfiraziyek mezin ji bo Hewlêrê, Kurdistanê ye. Barzanî li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî got, siyaseta qutkirina mûçe ya Bexdayê li hember Kurdistanê pûç derket.

Îro danê êvarê bi merasimekê navê Kelha Hewlêrê bi fermî ket nav lîsteya Kulturî ya UNESCOyê.

Di merasimê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî axaftinek kir û ragihand, ketina navê Kelha Hewlêrê di lîsteya Kulturî ya UNESCOyê de bûyerek girîng û serfiraziyek mezin ji bo Hewlêrê, Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn e.

Nêçîrvan Barzanî di beşek din a axaftina xwe de behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî kir û got, hikûmeta Iraqê di destpêka îsal de mûçe û bûdceya Kurdistanê qut kir lê ev siyaseta Bexdayê pûç derket.

Barzanî da zanîn, piştî ku Bexdayê mûçeyê Kurdistanê qut kir Herêma Kurditanê jî neçar ma petrolê bifroşe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman ku ewe w her dem hewl didin ku kirîza darayî ya ku li Kurdistanê derketiye, çareser bikin û got, em hêvîdar in jî dê çareser bibe.

Piştî ku Barzanî axaftina xwe xilas kir, li ser îdiayên vekirina ofîsa şîrketa iraqî ya SOMO, ku petrola Iraqê di bazarên cîhanê de difroşe, li Hewlêrê jî ji rojnamevanan re got, tiştekî wisa tine û me ti biryareke wisa nedaye.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button