Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Trump stratejiya welatê xwe ya nû diyar dike
Yekîtî Media 6/5/2017
Stratejiya nû ya Serokê Amerîka Donald Trump daxwaz ji welatên Hevpeymaniya Navdewletî dike, bo jinavbirina terorê erkekî zêdetir bigrin ser xwe, ji ber ku ew gefek e ti demê bidawî nabe.
Di reşnivîsa wê stratejiya nû ya Trump de, ku ji 11 rûpelan pêk hatiye û ajansa “Reuters” û hin zanyarî jê belav kiriye, ku pêwîst e xerciya “mezin” a leşkerî bidûr bikevin.
Ew belgeya ku di mehên bê de derdikeve tê de hatiye, divê operasyonên li dijî grûpên cîhadista cîhanî zêde bibin, di heman demê de jî divê “xwîn û saman” a Amerîkî di cibicîkirina armancan de jî kêm bibin.
Herwiha ew belge dibêje, bo cîbicîkirina armancan hewl tê kirin bo dûrketina ji destêwerdana leşkerî ya berfereh û xerciya mezin, Ligel hevpeymanan kar bo parvekirina erkan tê kirin.