Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Astana: pêkanîna mîkanîzma çavdêriya agirbestê hat biryardan
Yekîtî Media 16/2/2017
Wezareta Derve ya Rûsyê ragihand, ku civîna îro ya li Astanayê bidawî hat, û ew dikarin bibêjin ku ew danûtsandin serkeftî bûn.
Li gor wezaretê, ji giringitrîn encamên wê civînê ew e, pêkanîna mîkanîzma çavdêriya agirbestê ye.
Ji aliyê xwe ve, serokê şanda rêjîma Sûriyê Beşar Ceferî got, ku rêkeftinek di navbera tevahiya aliyan de heye, ku divê tevahiya aliyên li ser rêkeftina agirbestê îmze kirine şerê terorê bikin.