Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Huda-Par: Daxwazên Kurdan ji ber dengê bombeyan nayên bihîstin

Yekîtî Media 15/5/2016

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Zekeriya Yapicioglo got, daxwazên rewa yên Kurdan ji ber dengê bombeyan êdî nayên bihîstin.

Kongreya Asayî ya 2emîn Huda-Parê îro li Enqerê li Qesra  Pêşangaha Werzîşê ya Ataturkê birêve diçe û Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglo di kongreya de gotarek pêşkêş kir.

Zekeriya Yapicioglo amaje kir ku wan bi dengeke bilind “şaştiyên pêvajoya çareseriyê” anîbûn ziman û wiha got: “Di pêvajoya çareseriyê de azadî û mafên sereke dibûn mijara bazariyê. Di zemîneke çewt de bi rê û rêbazên çewt hewl dihat dayîn da ku mesele bê çareserkirin û ji derdorê re dîmeneke bi vî awayî dihat nîşandan. Wê demê me çewtî û şaştiyên pêvajoyê bi dengeke bilind bang dikir.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button