Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Erdogan helwestên Ewropayê derbarê DAIŞ’ê û PKK’ê bi durûtiyê wesif dike

Yekîtî Media 15/5/2016

Serokomarê Tirkiyê radigihîne,  helwestên Ewropayê derbarê DAIŞ’ê û PKK’ê cuda ne.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan beşdarî bernameya Federasyona Komeleyên Xwendekaran ya Navneteweyî bû. Erdogan got, helwestên Ewropayê derbarê DAIŞ’ê û PKK’ê cuda ne.

Erdogan di axaftina xwe de got: “We paytextên xwe bo terorîstan vekirine. Terorîst li paytextên we kon vedidin. Çi pêwenidya vê bi azadiyê re heye. Qasê ku hûn mafê terorîstan diparêzin ewqas mafê qurbaniyan naparêzin. Nerazîbûnên ku bo çalakiyên DAIŞ’ê hûn nîşan didin, çima bo çalakiyên PKK û YPG’ê nîşan nadin. Madem hûn li dijî bidarvekirina siyasî ne, çima dijî bidarvekirina Rahman Nîzamê Bangledeşê derneketin. Ev durûtî ye.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button