Break newsNûçeslide

Divê Encûmena Ewlekariyê Bombebarankirina Nexweşxane Û Sivîlan Bi Tundî Şermezar Bike

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê diyar kir ku destdirêjiya Rûsiya li ser Sûriyê her ji yekem-roj de  ” îstratijiya wê bi zelalî xuya bû” û got ku sivîl di serê armancên êrîşên Rûsiya de hatin, bi armanca kuştin û koçberkirina wan, û qurbaniyên êrîşên firokên Rûsiya heta roja (26 Çêriya pêşîn) 1511 sivîl in, di nav wan de jin û zarok hene, û herwiha wêrankirina 12 nexweşxane û navendên pizîşkî, tevî armanckirina xwendingeh û perestgeh û damudezgehên xizmetguzarî û şûnwarên dîrokî.
Hevbendiyê bal kişand ku hejmarek naxweşxane û desteyên pizîşkî yekser rewşa awarte ragihandin, piştî êrîşên firokên Rûsiya li ser nexweşxaneyên Elyemdiyê û Îxlas û Bernas li gundewarê Laziqiyê, hevşan ligel bombebarankirina naxweşxaneya Elletaminê û karmend û nexweşvanên wê bi awayekî rasterast, û armanckirina sentereke vaksîndana zarokan li gundê Eltimani’a li gundewarê Idlibê. 
Hevbendiyê cext li ser wê yekê kir ku ev zanyarî hatine piştrast kirin bi raportên meydanî û bi belegeyên Tora Sûrî ya mafên mirov û ji aliyê çalakvanên xwecihî û komîteya Sûrî ya mafên mirov, û hemû tekez dikin ku bombebarankirina Rûsiya digehêje astên tawanên cengê û yên dijî mirovahiyê.
Herwiha Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de dupat kir ku pêwîst e ev yek bête şermezarkirin ji aliyê Civaka Navdewletî û Encûmena Ewlekariyê, herwiha pêwîst e rêşûnên bilez bêne standin ji bona rawestandina wê û dadgehkirina encamderên wê, tekezî bête kirin ku îstratijya leşkerî ya dagîrkariya Rûsiya dibe fakterê zêdebûna alozkirina ketwarê leşkerî di sûriya de, û dergehek fereh vedike li pêş belavbûna terorê û lawazkirina bizavên çareseriya siyasî.Jêder:Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button