Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Yildirim: Daxuyaniyên Bexdayê metirsîdar in

Yekîtî Media 7/10/2016

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim li hemberî hikûmeta Bexdayê nîşan da û got armanca leşkerên wana li Başîkayê şerê DAÎŞê ye.Da zanîn ku daxuyaniyên Bexdayê yên vê dawiyê metirsîdar in.

Yildirim diyar kir ku, daxûyaniyên Bexdayê yên demên dawî gelek metirsîdar in. Armanca leşkerên wan a li Başîkayê ne seyran e. Leşkerên wan bi armanca şerê DAÎŞê li Başîkayê bicih bûne.

Yeldirim da zanîn ku, ji 60 welatan gelek pisporên leşkerî di çarçoveya tekoşîna li dijî DAÎŞê de li Iraqê ne, lewma hebûna Tirkiyê jî asayî ye.

Yildirim tekez kir ku, hebûna Tirkiyê ya li Iraqê  ne meseleyekî nû ye. Demek dirêj ew ji bo aramiya Iraqê li wî welatî ne.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button