Break newsNûçeslide
Xwecihiyên ENKSê yên Kobanê, Reqayê, Girê Sipî dest bi Gireva Birçîbûnê kirin
Yekîtî Media 23/9/2016
Îro sibeha, encûmenên xwecihî yên encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKSê li Kobanê û Reqayê û Girê Sipî dest bi gireva birçîbûnê li bajarê Orfa yê Kurdistana Tirkiyê kirin, girev ji bo 3 rojan dê berdewam bike, bi armanca piştgiriya girtiyên siyasî di zindanên partiya yekîtiya demokrat PYDê de û doza serbestberdana wan.
Tê zanîn ku Bi dehan endamên herdû partiyên ENKSê, partiya Yekîtî ya kurd û PDK-S, hîn binçavkirî ne di zindanên asayişa PYDê de, ji ber beşdarbûna wan di cenazeya pêşmergeyê Roj de Hebîb Qedrî, û mangirtinên li dijî kiryarên PYDê.