Break newsRaportslide

Xwecihiya NRW ya ENKS ê li Ewrupayê konfransê xwe li Aysinê lidarxist

Yekîtî Media 20/6/2016

Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKS ê li Ewrupayê xwecihiya (NRW) konfransê xwe yê rêxistinî di roja 19ê Hizêranê girêda, bi beşdariya hejmarek mezin ji kesayetiyên welatparêz ên serbixwe li bajarê Aysinê li Almanyayê, û bi amadebûna Rêzan Şêxmûs serokê nûneratiya ENKS ê li Ewrupayê, û herdû endamên nûneratiyê Kejal Derwêş û Zeman Hisên.

Rêzan Şêxmûs di gotina xwe de ku armanc ji vî konfransî ew e aktîvkirina ENKS ê li Ewrupayê û bang li ciwanan kir ku rola xwe bilîzin, herwiha doz li beşdaran kir ku tevlî mangirtina 9ê meha temûzê bibin ya ku dê ji bal nûneratiya ENKS ê li Ewrupayê bê birêvebirin li dijî kiryar û siyasetên PYD ê, û bo piştgiriya girtiyên siyasî.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button