Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 47 sazî li Amedê girtin

Yekîtî Media 11/11/2016

Îro Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ku di çarçoveya rewşa awarte ya li wî welatî, biryara girtinê bo 370 saziyan li seranserî Tirkiyê daye.

Li gorî daxuyaniyê, ji wan 370 saziyan, 47 sazî li parêzgeha Amed a Bakurê Kurdistanê bûne, ku îro bi biryara Walîtiya Amedê hatine girtin.

di heman daxuyaniyê de ew yek jî hatiye diyarkirin, ku rêxistin û saziyên li Amedê ji ber hebûna têkiliyên bi PKK/KCK re hatine girtin û dawî bi çalakiyên wan hatiye anîn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button