Break newsNûçeslide

Welatiyekî jiyana xwe ji dest da piştî binçavkirina lawê wî ji aliyê asiyşa PYDê ve

Yekîtî Mîdiya – Qamişlo
Yek ji welatiyên bajarê qamişlo yê bi nave mihemed xêr ibrahîm roja înê 11/6/2015 jiyana xwe ji dest da piştî girtina lawê wî li ser destê asayişa PYD ê û birina wî jibo leşkeriya neçar yak u ji aliyê rêveberiya xweserî ya biser PYDê ve hatiya ragihandin.
Li ser vê bûyerê yek ji welatiyên taxa cirnikê (ku wî nexwest nave xwe bêje) ku ew cihê bûyerê bû ji yekîtî mîdiya re axivî û got: ibrahîm newbek dilê wî rawestiya piştî girtina lawê wî yê bi nave kawa û hewldanên wî bi asayişan re da lawê wî serbest berdin lê vê hêzê kawa bi dare zorê birin bi hiceta ku temenê wî yê leşkeriyê ye , û ewjî bû sedema ku bavê wî jiyana xwe ji dest da.
Ev buyer û li gor jêderame bû cihê nerazîbûna xelkên taxê yên ku hewldan kirin ku kawa bi serbestî ji nav destên wan derxin û bavê wî birin xestexanê lê wî jiyana xwe ji dest da.
Û piştî mirina mihemed xêr asayişa bi ser PYDê ve lawê wî serbest berdan.
Tê zanîn ku asayişa bi ser PYDê ve ji dest pêka meha hezîranê ve nêzîkî 150 ciwanên kurd birin leşkeriya neçar.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button