Welatî li Kurdistana Sûriya: di navbera bilindbûna nirxê dolar û bacên PYD jiyan dike
Yekîtî Media – Hesekê 10/4/2016
Nişteciyên bajarê Hesekê zehmetiyekê mezin dikşînin jiber buhabûna nirxên coreyên xwarinê û pêdeviyên serek yên jiyana rojana ya welatî .
Buhayê hemû pêdevî û xwarinê û erzaqan bi rêjeyekê zêdetirî 200 % bilind bû , û ji wan :
( bacanê sor bi 475 l.s , mirîşk bi 1100 l.s , fûl bi 250 l.s ,…t.d) , û digel nebûna tê çavdêriyê li ser nirxên van pêdiviyan ji rex dezgehên Rêjîma Sûrî, yan ji rex desthilata dîfakto ya girêdayî PYD.
Samir Mehmûd, bazirganê erzaq û tiştên xwarinê ji Yekîtî Media re axivî û got: sedema sereke û ya yekser ji buhabûna nirxên erzaq û xwarin û şînkayê vedgere rawestandina turumpêlên barhilgir ji bal asayişa girêdayî PYD li navçeya Mebrûka.
Herweha got ku ew dihêlin turumpêlên bi rêjeyekê pir kêm derbasbin, û baceyên mezin li ser wan disepênin, lewra ev yek bi nerênî li welatî vedgere û rewşa wî ya abûrî dijwartir dike, jiber ku bazirgan wê zêdebûnê davêje ser nirxê xwarinê, û diyar dike ku mebest ji vê siyasetê fişarê li welatî bikin , ( wek ku şirovekir).
Umran Xelef ( fermanber ) nerazîbûna xwe diyar kir, tenê mûçeyê wî 27000 l.s (53 dolarê amrîkî ) dike û 8 zarokên wî hene lewra mûçe 10 rojan tenê têra wan nake beramber buhabûna nirxên tiştan, û got ku çi fermanber 200000 l.s jî têra wî nake, pirsê ji xwe dike: çawa ezê karêbim bi vî mûçeyî jiyana xwe brdewam bikim .
Tê zanîn ku dergehê Sêmalka yê Sînorî bi Kurdistana Îraqê re ji bal Hikûmeta Herêmê hat girtin bi sedema kiryarên PYD û nepabendiya wan bi taybetmendiya dergeh.