Break newsRaportslide

Vejînkirina roja zimanê kurdî li bajarokê girkê legê

Yekîtî Mîdiya- girkê legê
Li ser domahiya 2 rojan desteya zimanê kurdî ya bi ser encûmana xwecehî ya encûmana niştîmaniya kurdî li bajarokê girkê legê roja zimanê kurdî vejîn kir li hola encûmanê .
Ahengê dest pê kir bi xulek bê deng liser cane pakrewanê kurd û kurdistanê û dibin sirûda netewa kurd de “ey reqîb” .
mamoste mihemed xelîl gotina encûmana xwecehî got û mamoste hisên umer gotina desteya zimanê kurdî û her wiha her yek ji umer lalê û lewend kardoxî li ser rol û giringiya zimanê kurdî axivîn , û di heman ahengê de gelek helbest liser zimanê kurdî hatin pêşkêş kirin .
û di roja didiwa de ahengê pirogiramê xwe berdewamkir bi vexwendina yekîtiya nivîskarên kurd û mamoste zekî gergerî li ser dîroka ziman kurdî axivî û gotinek ji aliyê mamoste mihemed xelîl serokê komîta maf ya mafên mirovan ve hat gotin.
Hêjayê gotinê ku roja zimanê kurdî dikeve roja derxistina rojnameya hawar 1932.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button