Break newsNûçeslide

UNICEF: pêwîstiya 7 milyon zarokan bi alîkariyên bilez heye

Navenda Nûçeyan – Rêxistina UNICEFê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ragihand ku pêwîstiya 7 milyon zarokên Sûriyê bi alîkariyên bilez heye.

Berdevekê UNICEF, Christophe Boulierac got, karmendên UNICEFê ji bo ku xwe bighînin navçeyên şer li Sûriyê astengiyên derdikevin li pêşiya wan lê ew dîsa jî alîkariyên xwe berdewam dike.

Berdevekê UNICEF diyar kir ku pêwîstiya 7 milyon zarokên Sûriyê bi alîkariyên bilez heye û got, rêxistina wan cil û betanî ji bo nêzîkî 900 hezar zarokên Sûriyê li hundirê wî welatî û li Iraq, Libnan, Urdun û Tirkiyeyê şandine.

Christophe Boulierac bal kişand ku piraniyan zarokên Sûriyê di cihên gelek xirab de djîn.

Herwiha eşkere kir ku 670 hezar zarok li 3 parêzgehên Sûriyê ku di destê DAIŞê de ne ji xwendinê hatine bêparkirin.

1386797626

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button