Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tuncel: Em rê nadin ku dest li ser şaredariyan were danîn

Yekîtî Media 20/6/2016

Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel derbarê pirsa dûrxistina serokên şaredariyê yê Bakurê Kurdistanê ragihand dibêje ew rê nadin ku dest li ser şaredariyên wan were danîn.

Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel, îro di civîneka çapemeniyê li Diyarbekirê ragihand, AK Partî tundûtûjiyeke sîstematîk li hember DBPê dimeşîne, ku çendîn hevserokên şaredariyan desteser kirine û çendîn kes jê kuştine.

Herwiha amaje bi kuştina 2 serkideyên wê partiyê kir, ku çarenivîsa endamekî din yê Encûmena Rêveberiyê yê Şirnexê ne diyar e.

Tuncel diyar kir ku, armanca dest danîna li ser şaredariyan berdewamiya siyaseta têkbirinê ya AK-Partiyê ku li hemberî wan tê meşandin, Heta niha 20 Serokşaredarê wan hatine girtin û 30 rêvebir jî ji kar hatine dûrxistin.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button