Break newsNûçeslide

Tirkiye dilgiraniya xwe li hemeberî operasyonên Rûsyayê nîşanda

Navenda Nûçeyan –  Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Feridun Sinirlioglu dilgiraniya li hember operasyonên asmanî yên Rûsya yên li Sûriyeyê ragihand.

Wezîrê Tirkiyeyê Feridun Sinirlioglu li di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de gotarek pêşkêş kir.

Feridun Sinirlioglu anî ziman, ew li ser agahiyên Rûsya li Sûriye di operasyonên asmanî de ne li navendên DAIŞê dide, lê li cihên di bin kontrola Artêşa Azad a Sûriyeyê de didin, bifikarin.

Sinirlioglu derbarê operasyonên Rûsyayê yên li Sûriyeyê de wiha got: “Em li ser agahiyên Rûsya di operasyonên duhî de li şûna DAIŞl li navendên dijbereya Sûriyeyê daye û di encamê de sivîl hatine kuştin bifikarin.”

Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê amaje kir ku heger ew agahî rastbin Rûsya dê krîzê mezintir û trajîktir bike û got, pêwîstiya wan bi wê yekê nîne.

Rûsyaya duhî û îro li Sûriyeyê çend operasyonên asmanî pêk anîn û piştre hat gotin Rûsya cihên di bin destê hêzên dijbereya Sûriyê de bombebaran kirine û ne cihên ku di bin kontrola DAIŞê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button