Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tilefer- Pêşmerge bi çekên giran bersiv da

Dihok (Rûdaw)- Çekdarên DAIŞê li bajarokê Tileferê yê rojavayê Mûsilê êrişî çeperên Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge bersiva wan dan û 2 saetan şer derket.

Efserê Pêşmerge ji Hêza Parastina Şingalê Seydo Uzêr ji Rûdawê re ragihand: “Îro serê dibehê saet 05:00 çekdarên DAIŞê ji gundê Neîn Adî êrişî çeperên Pêşmerge kirin, lê nikarîbûn pêşde bên, ji ber ku Pêşmerge bi çekên giran bersiva wan dan.”

Seydo Uzêr wiha got: “Şer 2 saetan dirêj kir. Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî 2 caran li wan çekdaran dan.”

Uzêr wiha domand: “Ti ziyanên Pêşmerge tune ne. Ziyanên DAIŞê jî hêj diyar nebûne.”

Tilefer bajarokek e li parêzgeha Mûsilê. Piraniya xelkê wê tirkman in. Di serdema rêjîma Baesê de hat erebkirin û gellek ji kurdên wê hatin derxistin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button