Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tehran: Seûdîye Herêma Kurdistanê bo têkdana asayîşa Îranê bikartîne

Yekîtî Media 11/7/2016

Komara Îslamî ya Îranê ragehand: Brpirsên Seûdîye li gel rikaberên Kurd ên Îranê li bajarê Hewlêrê kombûne û heya niha çend caran li Rojhilatê Kurdistanê karên têkdana asayîşê encam dane.

Muhsin Rezayî, sikirtêrê Civata Dîyakirina berjewendîyên Îranê,ragehand: Me belge li ber destin ku Seûdîye piştîvanîyê li Opizisyûna Îranî dike.

Rezayî got jî: Hemû ew tîrorên ku di dema burî de li Îranê hatîne encamdan bi piştîvanî ya Seûdîye û girûpên neyarên Îranê hatine encamdan û ji wan girûpan jî Mucahîdîn Xelq.

Piştî şer û pevçûnên evê dawîyê di navbera Pêşmergeyên Hizba Dîmukratî ya Kurdistana Îranê û Supayê Pasdaran li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, Îranê Seûdîye tuhemtbar kir bi piştevanîya Opizisyona Kurdî û ragehand ku ew hizb ji alîyê Seûdye ve û li Herêma Kurdistanê dihên piştgirîkirin bo rojhilatê Kurdistanê.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button