Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şingal: Şer didome, Pêşmerge li benda fermana Barzanî ne

Şingal – Li Şingalê, şer û pevçûn di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de didome. Fermandeyekî Pêşmerge jî dibêje, her gava Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman bide dê Şingalê bi yekcarî ji DAIŞê bistînin.

Fermandeyê eniya rojavayê Dîcle yê hêzên Pêşmerge, Zeîm Elî ji Rûdawê re got, li Şingalê şer mîna rojên berê didome; çekdarên DAIŞê bi topan û çekên qenas êriş dikin em jî bersiva wan didin lê nikare pêşde bên.

Zeîm Elî da zanîn ku %20-30ê Şingalê ketiye destê hêzên Pêşmerge û wiha got: “Ji bo girtina tevahiya Şingalê em li benda ferman yên ser xwe re ne. Bi hêviya Xwedê dema ferman hat dayîn emê bi yekcarî Şingalê ji DAIŞê bistînin.”

Berpirsê Liqa 17 a PDKê li Şingalê, Seîd Şingalî ji Rûdawê re got, şer li Şingalê didome û Pêşmerge jî niha di nav Şingalê de ne û pêşde diçin. Lê ti hêzeke din a Pêşmerge ji derve re neçûye nav Şingalê.

Seîd Şingalî diyar kir ku rizgarkirina Şingalê li gorî planê pêşve diçe û wiha axivî: “Lê ew şerê ku niha tê kirin bi wateya şerê tevahiya Şingalê nîne.”

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button