Sînaryoyên çareserkirina kirîsa Sûriyê
Berî salekê Geir Pedersen (nûnerê Netewên Yekbûyî -UN- bo kêşa Sûriyê) li ser telefizyona Nerwîcî re, jê hate pirsîn; Gelo wê kengî kirîza Sûriyê bi dawî ve bibe?
Pedersen got: ”Dîmena siyasî li Sûriyê gelekî girêkkûytkî ye (kompilîserte), eger ji ana ve, em bêjin; vaye rêjîm û opposîsyon li hev hatin, bi kêmasî deh salan ji wan re divê, da ku hedan têkeve navbera wan û Sûriyê de”.
Gotina Pedersen rastiyekê dide xuyanîkirin, ku ev keflefta ana li ser Sûriyê çêdibe, çendî cedî be jî, dîsa deh salên dî ji Sûriya re gereke, ku rewş vegere mîna berê.
Îro ro, em di ragehandinê de dixwînin, û di telefizyonan de dibînin, bê çendî vê dema dawî fûkus li ser serokê rêcîma Sûriyê Beşar El-Essed ve çêdibe, û çendî ”Ereb” dixwazin, ku Sûriya vegere di nav ”Komgeha erebî” de.
Bêguman tiştek ji ber xwe ve çênabe, û em çendî li dîroka ”Komgeha erebî” vegerin, ewê tuçarî kêşên ereban çaresernekirine. Û wê kêşa Sûriyê jî çareserneke. Lê ev kêferata vê dawîyê bi alî rêjîma Sûriyê tê kirin, ji ber du sedeman ne:
Ya pêşîn ewe, ku rêcîma Beşar El-Essed bi rengekî pir mezin, hebên ”Kaptagon” di riya Urdinê de derbasî welatên kendava erebî dike.
Ya diwemîn, Emrîka dibîne ku hersî welat (Rûsiya, Îran û Turkiya) hewildanê dikin, ku çareserkirinekê bo kêşa Sûriyê bibînin, û hewil didin, ku rêcîma Sûriyê û Turkiya jî bighînin hev. Loma Emrîka ji ereban dixwaze, ku Beşar El-Essed bi alî xwe ve bînin, û Emrîka wê opposîsyona Sûriyê bide ser hev, mîna civîna dawî ku li Waşington di navbera Kolîsyona Sûriyê û ENKSê û PYD de çêbû. Dêmek îstiratîciyeke Emrîka heye, ku çareserkirina Sûriyê bi destê wê û destên ereban ve bête kirin.
Erê Emrîka ne razîbûna xwe ji ereban re dide xuyanîkirin, ku çênabe hûn û rêcîma Beşar El-Essed bighên hev, cimkî du ceze li ser hene, Qanûna Qeyser û Qanûna narkotîka (drugs), lê di bin masê de ji wan re dibêje, wî bi alî xwe ve bikşînin, da ku hûn dozên xwe jê bikin, mîna seknandina şandina Kaptagon ê, û herwiha bandora Îranê li ser Sûriyê kêmbikin, û di eynî demê de çêla çareserkirina siyasî û biryara 2254 ya navnetewî jê bixwazin, li himber ku hûn wî vegerînin nav Komgeha erebî de û hin bi aborîya Sûriya re alîkarbin.
Lê dîsa jî herdû hewildan, a ku ji alî Rûsa, Îran û Turikiya ve tê kirin, û ya ji alîyê Emrîka û dewletên ereban ve tê kirin, wê ne hesan be, çimkî wekû Pedersen gotiye; dîmana siyasî li Sûriyê gelekî kompilîsêrte.
Çima Rewşa Sûriyê kompilîsêrte?
Rêcîma Beşar El-Essed ta roja îro li opposîsyonê diner, wekû mirovin terorîst, û wan ne li ber çavên xwe dibîne, û tucarî wan naxe hisabatên xwe de, û li xwe dinere, ku mirovekî serkeftî. Herwekî ew li ”Rêveberya Xweser” dinere, ku ev ”rêveberî” ji çêkirina istexbaratên wê ne, û divê vegere ber sênga rêcîmê bê qeyd û şert.
Rikvanên Sûriyê (Opposîsyon) ku piraniya wan ji erebên Sunî ne, ew li rêcîmê dinerin wekû dujmin, û tucarî qebûlnakin ku Beşar El-Essed wekû serokê Sûriyê bimîne, û tucarî jî kesên Elewî, desthiladarîyê li Sûriyê nekin. Herwiha nerîna wan li ”Rêveberiya Xweser” û hêzên QSD re nekêmî nerîna ku li rêcîmê dikin, ew dibêjin; ev kesane; ji rêcîm ve dujmintirin.
Rêveberiya Xweser û QSD çawa li rêcîmê û Opposîsyonê dinere?. Digel ku têkiliyên Rêveberiya Xweser (PYD) û QSD tucarî ji rêjîmê ve qutnebûne, lê QSD li xwe dinere, bi taybet piştî ku hêza wê bi alîkariya Emrîka ve tundtirbû û hejmara leşkerên wê gihane di navbera 80.000 û 100.000 kes de. Ew doza tiştan dike, da ku li rêcîmê vegerin û leşkelên xwe bikin beşek ji leşkerên Sûriyê re. Herwiha bi Opposisyonê re hewildanê dike, ku di pêşerojê de kar bi hev re bikin, lê opposisîyon ji ber têkilîyên wan bi Turkiya ve, evê gavê navêjin, û dibêjin QSD zilamên rêcîmê ne, bi rengekî îndîrêkt.
Ji ber van hemî nerînan, kêşa Sûriyê wê bi zehmetî bête çareserkirin û wê demeke dirêj bixwe, ta ku hedan lê peyda bibe. Sînaroy ya ber çave bo pêşeroja Sûriyê eve, ku wê bibe mîna Libnanê, taxa her kesî jê re bimîne, hikûmeteke ji hevketî û dewleteke lawaz.
Ebdulbaqî Huseynî