Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serokwezîr Barzanî: Yaşar Kemal dengê wîjdana zindî ya serdemê bû

Hewlêr – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî xemgîniya xwe ji bona wefata nivîskarê navdarê ku Yaşar Kemal anî ziman û got, Yaşar Kemal dengê jiyandostî û wîjdana zindî ya serdemê bû.

Piştî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî bi boneya wefata nivîskarê navdarê kurd Yaşar Kemal peyamek belav kir.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ew bi wefata Yaşar Kemal pir xemgîn bûye.

Naveroka peyama Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ev e:

“Wefata nivîskarê mezin û navdarê kurd mamosta Yaşar Kemal em pir xemgîn û dilteng kirin. Yaşar Kemal qelemek mezin û dahênerekî navdar û pêşketinxwaz bû. Ew, ne tenê ji bo kurd û gelên Tirkiyê lê dengê jiyandostî û wîjdana zindî ya serdemê bû, banga aştî, pevrejiyan, biratî û azadiyê bû. Hemû berhemên wî yên bêhempa û ew xelatên hêja yên ku wî standibûn, nîşana delaliya pêyama hûmanîstî ya wî nivîskarê mezin e. Ew zêdetirî nîv sedsalê xebitî ku wê peyamê bigihîne guhê mirovahiyê.

Wefata vî dahênerê pêşketinxwazê kurd ziyaneke mezin e ji bo hemû pêşketinxwazên azad, bi taybet di vê heyamê de ku hizra tundiyê, merg û tarîtiyê bi hovanetirîn şêwe dixwaze jiyanê kirêt bike û nirxên bedew ên mirovahiyê ji nav bibe. Ev serdem, ji hemû demekê zêdetir pêwîstî bi deng û rengekî mîna Yaşar Kemal heye.

Ez bi navê xwe, hikûmet û gelê Kurdistanê sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê, hemû dostên peyama aştî, delalî û azadiyê ya Yaşar Kemal re dixwazim. Her wiha ez sersaxiya taybet ji malbata rehmetiyê Yaşar Kemal, ku her tim dengê aştî, azadî, pevrejiyan û pêşketinxwaziyê bû ji bo hemû pêkhateyên welatê xwe û gelên dever û cîhanê, re dixwazim.”
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button