Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serokê Parlamentoya Ewropayê Erdogan rexne dike

Yekîtî Media 9/6/2016

Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Şulz, Serokomarê Tirkiyê ji ber gefên ser parlamenterên Almanî û rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê, rexne kir.

Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Şulz, nameyek bo Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan şand û got, gef xwarin û êrîşa ser kesên ku li Almanya û Tirkiyê hatine bijartin, naye qebûlkirin.

Li gorî nûçeya Spiegel Online, Şulz daxuyakirin, Parlamenterên Almanî ku di dengdana qebûlkirina jînosayda Ermeniyan de dengên erênî dane gef li wan hatiye vexwarin û li Tirkiyê jî parlamenterên ku parêzbendiya wan hatiye  rakirin bi girtinê rûbirû ne.

Şulz dazanîn, wan parlamenteran ji nêz ve nas dike û hemberî gefxwarinan, parastina wan erk û berpirsiyariya xwe dibîne.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button