Break newsNûçeslide

Serokê ENKS: kesên ku Mişel Temo kuştin pêwîste werin dadgehkirin

Yekîtî Media 8/10/2016

Bi amadebûna Dr. Hemîd Derbendî berpirsê doseya Rojavayê Kurdistanê di dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê de û bi beşdariya hejmarek siyasetmedar, rewşenbîr û aliyên siyasî Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) pêncemîn salvegera şehîdbûna Meşel Temo li darxist.

Di salvegerê de Serokê Encûmena Nişrimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro xebat û têkoşîna şehîd Meşel Temo anî ziman û daxwaz kir ku, kesên ew serkirdeyê Kurd kuştin pêwîste werin dadgehkirin.

Şehîd Meşel Temo weke damezrênerê partiya Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê(ŞPKS) dihat naskirin,herwiha serokê wê partiya siyasî jî bû, roleke wî ya giring di şoreşa Sûriyê de hebû, hezkirina xwe û bandora xwe heta niha di dilê miletê Kurd hiştiye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button