Serok Barzanî: Bûyerên piştî referandûmê çespand ku biryara gelê Kurdistanê çendî rewa bû
Yekîtî Media
Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li serok, sekreter û nûnerên partiyên Xirîstiyaniyên Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê hate gotûbêjkirin.
Serok Barzanî spasiya helwesta niştimanî ya partiyên Xiristiyanî kir ji bo piştevanîkirina li proseya referandûmê û behsa wan sedeman kir, ku gelê Kurdistanê biryara referandûmê da û bûyerên piştî referandûmê jî çespand ku biryara gelê Kurdistanê çendî rast û rewa bû.
Her di wê civînê de, proseya siyasî ya Kurdistanê xiste ber guftûgoyê û tekezî li ser encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê berî hilbijartinên Iraqê kir, wek çareseriyeke guncaw ji bo proseya siyasî ya herêmê.
Di beşeke din ya civînê de, tekezî li ser maf û beşdariya tevahiya pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê di proseya siyasî û gerentiya mafên wan di destûra bê ya Herêma Kurdistanê de hate kirin, ku berî encamdana referandûmê referandûmê di belgeyekê de hatibû pesendkirin.
Rewşa navçeyên deşta Neynewa û teheda û gefên li pêş pêkvejiyanê û dahatiya wan navçeyan tewereke din ya wê civînê bû.