Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şerê azadkirina Mûsilê nêzîk bûye

Hewlêr – Şerê azadkirina bajarê Mûsilê ji destê çekdarên DAIŞê di demek nêzîk de dest pê dike û niha ev mijar ji bal fermandarê hêzên çekdarî û Serfermandarê Iraqê ve tê nirxandin.

Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê Falih Feyaz di hevpeyvînekê de ligel televizyona el-Iraqiyê de ragihand: “Planeke taybet bo şerê li dijî çekdarên DAIŞê hatiye danîn. Lê niha em ti agahiyan nadin.”

Feyaz wiha da zanîn: “Operasyonên mezin ji bal artêşa Iraqê û hêzên din ve li dijî çekdarên DAIŞê di demekê nêzîk de tên pêk anîn.”

Derbarê armanca wan operasyonan wiha axivî: “Armanca serke ji wan operasyonên xurt û berfireh azadkirina bajarê Mûsilê ye, ku ji aliyê gelê Iraqê ve bi armanceke girîng tê zanîn.”

Falih Feyaz wiha domand: “Piştevaniya navdewletî serkeftinê û azadkirina Iraqê nêzîktir dike ku niha tenê pêwîstiya me bi operasyonên asmanî ji aliyê hêzên navdewletî heye.”

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button