Break newsRaport

Sazkirina Nivîsgeha Yasayî ya girêdayî ENKS li Hesekê

Yekîtî Media 20/4/2016

Îro 20 nîsanê li bargeha xwecihiya Hesekê ya ENKS, şaxê Nivîsgeha Yasayî li Hesekê hat damezirandin.

18 parêzer û mafperwer li civînê amadebûn, û di encamê de 3 parêzer hatin hilbijartin (Fayiz Elîko û Ekrem Şemo û Riweyda Behlo) bo rêveberiya nivîsgehê bikin ta 6 mehan.

Parêzer Fayiz Elîko endamê Nivîsgeha Yasayî li Hesekê ji nûçegihanê me re axivî û got:

Armanca me ji vê civînê damezirandina nivîsgeha yasayî li Hesekê bû, herweha em li ser rêbaza navxweyî rawestiyan, û me gengeşe li ser şêweyê karê nivîsgehê kir.

Ev gav ji aliyê ENKS ê ve tê, bi armanca piştgiriya karê dezgeyî di hemû waran de, û aktîvkirina dezgehên cor be cor.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button