Break newsNûçeslide

Şandek ji serkirdayetiya partiya Yekîtî serdana Kurdistana bakur kir

Di serdanekê de ji bo bakurê Kurdistanê, şandeke ji serkirdayetiya partiya Yekîtî ya kurd li Sûriye li gel partiyên Kurdistanî hin hevdîtin li darxistin.
Enwer Naso endamê şanda Yekîtî ji rojnameya me re ragihand ku wan hevdîtin li gel partiya sosiyalîst ya Kurdistanî û Dîmuqratî Kurdistanî û Azadiya Kurdistanê li darxistin, û got di wan hevdîtinan de gelek mijarên girîng hatin behskirin mîna rewşa Kurdistana pakur û ya rojava ji bilî gengeşe kirina kongirê Cinêv3 .
Naso diyar kir ku partiyên Kurdisatnî rola encumana niştimanî ya kurd li Sûrî ENKS bi girinkî nerxand, û balkişand ku pêwîste ku ENKS bi vî şêweyê berdewam be.
Endamê serkirdayetiya partiya Yekîtî ya kurd bal kişand ku wan û partiyên Kurdistanê tekekz kirin ku pêwîste kurd vê derfeta dîrokî ji destê xwe bernedin, û hemû alî ji bo pirojeya ragihandina dewleta Kurdistan piştgirbin.
Tê zanîn ku şanda partiya Yekîtî ya kurd li Sûriî ji Enwer Naso û Mihemed Mustefa û Hecî Ebas pêk dihat.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button