Break newsRaportslide

Şandek ji partiya Yekîtî serdana bargeha rêxistina Asûrî ya Dîmoqrat li Qamişlo kir

Yekîtî Media 7/8/2016

Doh şemê 6ê Tebaxê , şandek ji partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê bi serokatiya sekretêrê partiyê Ibrahîm Biro serdana bargeha rêxistina Asûrî ya dîmoqratî li bajarê Qamişlo kir.

Şanda partiya Yekîtî ji Ibrahîm Biro sekretêrê partiyê û endamê komîta siyasî Enwer Naso û herdû endamên komîta navendî Ebdilîlah Ûcê û Fehed Mehmûd pêkhat, û ji aliyê berpirsê nivîsgeha siyasî ya rêxistina Asûrî Gibrayêl Moşê hat pêşwazîkirin û hin endamên komîta navendî ya rêxistinê.

Herdû aliyan behsa rewşa Sûrî kirin , û tekezkirin ku çareseriya siyasî tenê dikare şer rawestîne, û giringî dan ku divê Sûriyê dewletek dîmokrasî piralî perlemanî be, û divê mafên hemû pêkhateyan bêne parastin li gor peymanên navnetewî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button