Break newsNûçeslide

Şanda Desteya Bilind ya Danûstandinan ligel Ban Kî Mon civîya

Yekîtî Media 27/9/2016

Roja şemê 24 Êlûnê, şanda desteya bilind ya danûstandinan ya Rikberiya Sûrî ku ji ( Riyad Hicab, Enes Elebde, Ebdilhekîm Beşar, Yihya Qedemanî, Ehmed Elesrawî) pêkhat, ligel emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon li Niyoyork civiyan.

Ban kî mon got ku tişt baş niha ku rikberiya sûrî xwe kiriye yek û ev helwesta wê dê xurt bike, herweha got ku kirîza sûrî pir aloz û dijware û nabe çarenivîsa Sûrî bi kesekî tenê bê girêdan.

Ji bo êrîşên li ser Helebê Ban Kî Mon got ku ew pir bi tirse ji rewşa bajarê Helebê, û amaje kir ku Rûsiya çekên pir giran bikar tîne, û ew dê helwestekê xurt derbarê vê yekê derxînin.

Ji aliyê xwe ve Dîmistora rola desteya bilind ya danûstandinan bilind nirxand, û dît ku girêdana gereke nû ji danûstandinan di vê rewşê de pir zehmete.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button