Salvegera çaremîn a referandûma serxwebûna Kurdistanê li Berlînê hat vejandin
Bi vexwendinek ji Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Elmanya, salvegera çaremîn a referandûma serxwebûna Kurdistanê duh şemîyê 25ê Rezbera 2021an het vejand, li Berlînê paytexta Elmanyayê, bi beşdarbûna nûnerên partiyên kurdî û rewşenbîr û nivîskar û rêxistinên civaka sivîl, ku endamê Komîteya Navendî ya PYK-Sê Îqbal Dawûd beşdarî wê bû.
Destpêkê de xulek bê deng hat rawestandin li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê
Piştre bi xêr hatina mêvanan hat kirin û dûvre gotin derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê hat pêşkêşkirin ji aliyê xwe Îqbal Dawûd endamê Komîteya Navendî ya PYK-Sê gotinek pêşkêşkir û ev gotina wî ye:
Xuşk û birayên hêja
Ez pir kêfxweş im ku bi we re beşdar im di vê ahengê de, û bi navê partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûrî – em gelê Kurd pîroz dikin di bîranîna çaremîn de ya referandûma serxwebûna Kurdistanê. Çiku di vê roja dîrokî de, gelê Kurd gotin erê ji bo serxwebûnê.
Amadebûnên delal
Di 25 îlûna 2017an de hikûmeta herêma Kurdistanê referandûm pêkanî, ta ku gelê Kurdistanê nerîna xwe bi azadî ji bo serxwebûnê bîne ziman. Û di encaman de %92 bi serxwebûna Kurdistanê re bûn.
Ev referandûm pêkhat bi beşdariya bêtirî 100 çavdêrên navnetewî û bi sedan çavdêrên herêmî.
Xuşk û birayên hêja
Hêjayî gotinê , ku ev referandûm armanca xwe pêkanî û encamên wê hatin pesend kirin.
Lê ji bo ragîhandina serxwebûnê hatiye paşxistin ta demek munasib .
Û encama referandûmê nayê rakirin, ji bilî ku referandûmeke din were çêkirin, wek ku endezyarê referandûmê gotiye serok Mesûd Barezanî. Ku li hemberî çi kesê dijî referandûmê bû rawestiya, û bi dengekî bilind wisa got, em amadene referandûmeke din çêkin lê divê pabend bin bi encamên wê .
Ev gotin û axaftinên serokatiyê ku bi xwe û bi doza gelê xwe di rêça azadî û serxwebûnê de bawer e.
Û di vê helkeftinê de rêz û silavên me ji endezyarê refrandûmê serok Mesûd Barezanî re heye.
Hêjayî gotinê ku di roja 25ê Îlona 2017an de, referandûma serxwebûna Kurdistanê hat li dar xistin û ji sedî 92.73 kesan bo serxwebûna Kurdistanê got erê, û ev destkeftîyeke mezin û dîrokî ye û gelê kurd ê qehreman gotina xwe bi azadî û serfirazî nîşan dan cîhanê tevahî.