Break newsNûçeslide

Rûsiya Wêrankariyên Rêjîma Esed Û Daîşê Yên Wêrankirina Şaristaniya Sûriyê Berdewam Dike

Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê bi tundî armanckirina şûnwarên dîrokî li bajarokê Sercêla yê ser bi Çiyayê Elzawiye li gundewarê Idlibê di 4ê Çêriya pêşîn de ji aliyê firokên Rûsiya ve şermezar dike, ew şûnwar vedigerin bo serdema Siryanî ya berî 2000 sal.
Hevbendiyê di daxuyaniyeke Nivîsîngeha Ragihandina xwe de diyar kir ku ew deverên hatin bombebarankirin hebûna rêxistina “DAÎŞ” ya terorist yek car lê tune bû, û ew êrîş hevdem bû ligel êrîşên hovane li dijî komelgehên nişteciyan li gundewarê Humis û Hemayê.
Hevbendiyê tekez kir ku êdî ne tenê rêjîma Esed Şaristaniya Sûriyê wêran dike û şûwarên wê yên dîrokî wenda dike, û ne tenê rêxistina DAÎŞê ya ku bi şêweyekî dirinde û tawankarî jinavbirîna şûnwarê Tedmurê dike, îro dagîrkara Rûsî jî bi lêdana navçeyên sîvîlan û lêdana dîmenên dîrokî û bi bikaranîna bombe û mûşekên giran radibe.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî rêxistina Netewên Yekgirtî ya perwerde û çand û zanistê “YNESCO” û rêxistinên Herêmî han dide ji bo şermezarkirina riftarên hêzên dagîrkariya Rûsiyayê, herwiha wan han dide bo bilez bi belgekirina van tawanan û parastina şûnwarên dîrokî di Sûriya de ji her hewleke wêrankirin û talan û diziyê rabin.Jêder:Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button