Break newsNûçeslide

Rûsiya pêgehek hêzên Birîtanî û Amerîkî li Sûriyayê armanckir

Yekîtî Media 23/7/2016

Rojnameya ” wol Strît Cornal ” got, ku balafirên Rûsî navendek li Sûriyê bombebaran kirin, ew navend hatibû bikaranîn ji hêla hêzên taybet yên Amerêkî û Birîtanî di heyva bûrî de, û pêgehek din girêdayî istixbaratên navendî yên Amerêkî bû ( CIA ) topbaran kir.

Rojnameyê li ser zarê berpirsin Amerîkî ragihandin ku ew êrîşên asmanî di rojên 16ê Hizêranê de û 12ê Tîrmehê de hatin bikaranîn, ku ev êrîş dikevin çarçoveya Mosko daku fişarê li Waşinton bike ji bo wê mecbûr bike alîkariyê li gel Rûsiyayê bike di asmanê Sûrî de.

Li gor rojnameyê di roja berî ku êrîş pêkbê 20 endamên hêza taybet ya Birîtanî ji wê pêgehê vekişiyabûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button