Gotar

Rojhilata navîn ber bi kûve diçe?

Piştî cenga cihanê ya yekem/1914-1918/an, bi dawî hat, yek ji encamên wê yê sereke, dubendî li cihanê hatibû damezirandin, bendek ji wan bi serperiştiya welatê Emerîkan bû, û çend dewlet bi xwe ve girêdan, di bin navê welatên semyandar de, dihate nasîn, benda didiwan, bi serperiştiya welatê Urus /Rûsia/ bû, ku wan jî çend welat bi xweve girêdan, û hatbûn naskirin bi navê: Bnda dewletên hevpişk, weha berberiyê di navbera wan de destpêkir, di navbera herdû bendan de, û ew berberî dihate naskirin, bi navê cenga sar.
Piştî cenga cihanî ya diwem/1939-1946/an, bi dawî hat, li rojhilata navîn du gel mane bê par û bê dewlet, ew jî gelê kurd û gelê Filistîn bûn, lewra wan gelan li ber xwe didan, şoreş li bey şoreşê pêdixistin, ta weku vê rojê, berjewendiyên dewletên xudan hêz, nahêlin, û rênadin wan herdû gelan, ku bibin azad, û xudan maf, li ser xaka welatê xwe, weku hemî gelên cihanê, lewre hedan, aramî û xweşî, li nav welatên rojhilata navîn pêknayê, herdem, şer, ceng, ne aramî û tevdan, kuştin û xwînrêjî, koçkirin, berberî, û talankirin berdewame.
Bi egera parastina berjewendiyên navdewletî, û zengînbûna welatên rojhilata navîn, gelek dewletên xudan hêz, weke: Emerîka, Urus, çîn, Ewrupa, Israîl û h.d, destên xwe tavêjin nav xaka welatên rojhilata navîn, bi mebesta dizîn û talankirina samanan, û destdanîna ser bazarên firotinê, bi hezarên girêbestan û peymanan pêktînin, di navbera xwe û desthilatên herêmê de, lewre hejarî, bêkarî, birçîbûn, û koçberî na rawestin, weha jî ceng, şer, berxwedan û têkdan berdewamin, û narawestin.
Du dewletên li herêmê, Tirkiya û îran, ku berê du imperatorî bûn, xwe dibînin xudanê herêmê, çinku zemanekî dûr û dirêj dagirkerên herêmê bûn, û dibînin ji mafê wa ye, ku herêm bimîne di himbêza wan de, di bin bihaneya mafên dîrokî, û parastin de, û her û her dek û pîlanan bi kartînin, di bin navin cuda de, û bi bihane û alavên cuda, destek û hevalbendan li xwe digrin, alîkarî, pere û piropagendan û hin partî û kesayetiyan weku bazirganan, bi xwe ve girê didin, mînak:Tirk bi egera rêola sine, beşekî ji kurdan bi xwe ve girê dide, û xwe dike xudan û bav ji wan re, îran jî di bin navê bisilmantiyê, rêola şîea, hin ji kurdên rêola wan wekhev, dide pey xwe, weha kurd tên xapandin.
Xweşî, saman û dewlemendiya kurdistan û rojhilata navîn, berberiyê, tevlîheviyê û agir geş û gurr dike, lewra diz, talanker û xudan hêz, çek, gemî û firokên cengî, li herêmê dikin kom.
Kêşa herdû gelan, kurd û Filestîniyan, ku çareseî ji wan re nebe, wê gelek şer, ceng û têkdan, li gel xwe bînin, weku ev roj, li felestîn rûdide, û duh li kurdistan û herêmê Daiş, lehî û tofan rakirin, û di pêşerojê de, wê gelek hêz, dewlet û gel, tevlî şer bibin, bi milyonan, wê xelk ji welatê xwe koçber, zindanî û kuştî, wê bê hijmar bin, wê serêşên dewletan bê çare bimînin, eve sed sal derbas dibin, li ser kêşa kurd û filestîniyan re, lê xuya ye, dijatî û berjewendiyên nêvdewletan, pirr dûrin, ji dîtin û bikaranîna çareseriyê.
Adilê Evdile.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button