Gotar

KURD IM

KURD IM
p /-// /-// /-// /-/
Ez li ser xaka welat her, ez dijîm qet namirim
Ez ji bav û kal bizav im, bo welat têkoşer im

Ez kurê Horî û Mad im ez bi tac û leşker im
Ez li ser şopa dilêran, bo welat canperwer im

Dostikî, Kelhor û Mîtan, Zendevsta, Lalaş im
Ez xwedî sincê bilind im, ez bi yezdan bawerim

Ez ji Zab û Dicle têm der, ez Ferat im, xuşxuş im
Kaniya elmaz û zêr im, hem ji Baba gurgur im

Xeml û bergên min çi reng in! şal û şapik her li min
Kum û koloz ez girêdim ez bi tac û gewher im

Hogira min ev tivenga bav û kalan dane min
Hîm û lat im ser zinaran, dil ji pola, senger im

Ez bi gorî niştiman im, bê welat ez kîme ez?
Ev xebat karê min e, her ez Ji dozê nagerim

Toreya min dewlemend û pir bi kok û dûr û kûr
Ehmedê Xanî, Cizîrî hem Cegerxwîn, agir im

Neqşeya xaka welat tev, xweş diparêzim bi can
Pakrewan im ez ji bo gel, wek çira û fenner im
*
Ka ji zanan hûn bipirsin: Kurd çima bê pişk û par?
Her xebat karê min e hem bargiranî hilgirim

Sîxmeyê çavên neyar im, naçimînim bejn û bal
Ez bi pêşmergên çeleng –şêr, serfiraz û serwer im

Nav û dengê min li her der hate nasîn çar kenar
Ez bi ala kesk û sor reng, hem sipî rengê zer im

Bo çi ez mam ta niha bê maf û dewlet ka çima?
Ez li nav xelkê cihanê kêm heval û hogir im

Ez li nav çar hov neyaran bo çi paş mam ey felek
Tang û topan ez bi destxim hem bi doşka, şeşber im

Lê divêt ez hêz bidim gel va li millet bû dereng
Dij neyaran ez bi ceng im, serbilind im, senqer im

Rêberên pêdar û mêrxas şêx Seid û Şikakî
Mistefa Barzan li ceng im, hem bi Qazî çepper im

Her divêt aza welat em zû bixwazin Kurdino
Baz bilind im rêberê gel
Ez xwedî bask û per im.
Imranê Menteş . 2021

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button