Break newsNûçeslide

Rikberiya Sûrî pêşinyarek ji bo agirbestê li tevaya Sûriyê di meha Rojiyê de pêşkêşkir

 Yekîtî Media 2/6/2016

Besma Qedemanî endama şanda danûstendinan di rikberiya Sûriyê de ragihand ,ku wan pêşinyarek ji bo agirbestê li tevaya Sûriyayê di meha Rojiyê  de  ji Ban Kîmon re şandiye.

Qedemanî diyar kir ku hêzên  çekdar yên rikberiyê piştgiriya wê pêşinyarê dikin û eger rêjîma Esed pabendiyê pê bike wê ew hêzana bi wê agirbestê  pabend bin.

ji aliyê xwe berdevka şanderê navdewletî yê taybet ji bo Sûriyê Stîvan Dîmistora dibêje ,ku ew pêşinyar ji bo girûpa alîkariya navdewletî bi serperiştiya Amerîka û rûsiyayê  hate pêşkêş kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button