Break newsNûçeslide

Rikberiya Sûrî operasyona kontrolkirina Helebê bi giştî radighîne

Yekîtî Media 8/8/2016

Şeva borî  Ceyş El-Fetih operasyona kontirolkirina bajarê Helebê li bakurê Sûriyê bi temamî ragehand.

Derbarê ragehandina wê operasyonê Ceyş El-Fetih daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku wan hêzeke mezin bo şerê kontirolkirina Helebê amade kirine.

Di daxuyaniyeê de bang li welatiyên sivîl kirine yên di bin desthilata rejîmê de ku armanca wan rizgarkirina wan kesên zordariyê dibînin, herwiha dazanîn ku ew kesên dixwazin ji rejîmê veqetin bila dilê wan xweşbe ku zirar nagihê wan.

Ceyş El-Fetih eşkerekir ku ew şerê xwe ranawestînin ta ku bajarê Helebê bi giştî were rizgarkirin û alaya Ceyş el-Fetih li ser keleha Helebê were bilindkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button