Rexnekirina hin rexnegiran -Helîm Yusiv
Rewşenbîrê Kurd û kerê wî
Gava dengê çekan, dengê şer, dengê cengê, bilind dibe, pê re dengê wêjeyê, yê rewşenbîriyê û yê rewşenbîran jî nizim dibe û nayê bihîstin.
Ev rastî li hemû welatan, Kurdistan jî di nav de û li cem hemû miletan, Kurd jî di nav de, weha ye.
Ji ber ku ev beşê civakê, ku weku rewşenbîr têne binavkirin, di rewşên weha de bê çare ne û çi bikin jî hewildanên wan bê encam derdikevin, ew xwe bi xwe mala hevdu dişewitînin.
Rewşa rewşenbîrên kurd jî her gav rewşa (Mêrik û kerê wî) tîne bîra mirov.
Ev çîrok li ser navê “Ciha” an jî “Xoce Nesredîn” tê gotin.
Ji bo kesên ku vê çîrokê nizanin ezê bi kurtayî li vir bicihbikim:
-Mêrik li kera xwe siwar hatibû, kurê wî dabû pey wî û bi rê ve diçû.
Kesên li ser rê gotin: Ji xwe re li vî kerî binerin. Wekî kerekî li kerê siwar hatiye û kurê wî yê belengaz jî peya daye dû.
– Mêrik ji kerê daket û kurê xwe lê siwar kir.
Kesên li ser rê gotin: Ji xwe re li vî kerî binerin. Wekî kerekî peya daye pey kerê û kurê xwe jî lê siwar kiriye.
– Mêrik kurê xwe ji kerê peya kir û her duyan da pey kerê û çûn.
Kesên li ser rê gotin: Ji xwe re li vî kerî binerin. Wî û kurê xwe herduyan daye pey kerê û ker jî vala bi wan re dimeşe.
Îca rexnegirên li ser rê jî, ciwamêran ne ji yên li kerê siwarhatî razî ne û ne ji yên ji kerê daketî û ne jî ji yên di navbera herduyan de.
Xwedê alîkarê me û “kerên” me be.
Nivîskar: Helîm Yusiv