Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Kerry: Abadî amedeye pirsgirêkên ligel Kurdan lidarine çareser bike

Wezîrê Karê derve yê Emerîka John Kerry ragihand ku Emerîka û cîhan dê li berember terora DAIŞ a li Rojhilata navîn belav dike dest girêday nemînin ne.

Kerry li Bexdadê di kongireyek rojnamevanî de ragihand ku; Wezîrê karê derve yê Siûdî Erebistanê Mîr Siûd Feysal ew agahdar kir ku Êraq jî bo civîna ku li Cede`yê ya derbarê metirisiyên DAIŞ de lidarkeve, tê vexwendin.

Kerry her wiha da xuya kirin ku dê Emerîka li dijî DAIŞ piştgiriyê bide hêzên opozisyona Sûrî û wê Waşinton ligel Êraqê û welatên navçeyê, ji bo sazkirina hevpeymaneke navdewletî li dijî DAIŞ û wê ji holê rakê tevger bike.

Kerry tekez li ser wê yekê kir ku DYE li dijî DAIŞ bi ti şêweyekî ligel Êranê ne di nav hevkariyek leşkerî de ye, her wiha eger ti gorankariyek dirametîk rû de ew bihêzên bejahî dest werdan li Êraqê nakê.

Her wiha Kerry da xuya kirin ku ew bi dilxweşî pêşwazî li planên serokwezîr Heydar Abadî ya derbarê ji nûve avakirina artêşe û pabend bûn bi çaksaiyan dike û tekez li ser wê yekê kir ku Abadî ji bo rêkeftinên petrolê yên pêwîstiya Kuran pê heye amedeya bi lez tevger bike û pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de lidarine çareser bike, her wiha rêjeya nûnertiya Sune û hevpariyan wan di hikûmetê de li ber çav derbas bike.

Kerry wiha pê de çû: Piştgirî dan bi hikûmeta nû ya Êraqê ji berjewendiya me hemûyan e bi teybet di van demên çarenû de ku Êraqê di nav de derbas dibe, ez ji were wê yekê mirpoger dikim ku dê ev hevpeyman stratejiya me li cîhanê ser û binî hev bike û di rojên pêş de her dê geş û kûr bibe.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button