Break newsNûçeslide
Rêxistinên partiya Yekîtî serdana herdû girtiyên serbest berdayî li Til Temirê kirin
Yekîtî Media 15/4/2017
Doh înê, şandên rêxistinên partiya Yekîtî ya Kurd li bajarên Hesekê û Dirbêsiyê û Serê Kaniyê serdana bajarokê Til Temir kirin, û pîrozbahiya Mizgîn Şewqî û Cemîl Kîkiye kirin li ser serbest berdana wan ji girtîgehên PYD.
Tê zanîn ku herdû ji Mizgîn Şewqî û Cemîl Kîkiye ji rex asayişa PYDê ve hatin binçavkirin , û 39 rojan di girtîgehên PYDê de man.