Break newsNûçeslide

Kobanê : ciwanekî Kurd li qişleya leşkeriya bizorê ya PYDê hate kuştin

Yekîtî Media 15/4/2017

Roja doh înê, ciwanê bi navê Ciwan Hacî Murad li qişleyeke leşkeriya neçar ya PYDê li bajarê Kobanê hate kuştin.

Jêderekî navxweyî ji Kobanê ji Yekîtî Media re ragihand, ku Ciwan di rewşeke veşartî de hate kuştin piştî ku tevlî qişleyê bû jiber ku muleta wî xelasbû.

Ciwan Murad sala 1988 li gundê Til Xezal li gundewarê Kobanê jidayik bûye, ewî zimanê Îngilîzî dixwend li jiber rewşa cengê li Sûriyê xwendina xwe berdewam nekir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button