Break newsNûçeslide

Rewangeha Mafên Mirovan: 420 DAIŞ kuştî û birîndar in

Hejmara kuştiyên çekdarên DAIŞê ber bi zêdebûnê ve diçe û Emerîka û hêzên bi wê re hevpeyman jî îro li derdora Kobanê dan.

Di encama êrişên hêzên hevpeyman yên navnetewî li dijî DAIŞê de, li navçeyên ser bi parêzgehên rojhilat û bakur û rojavayê Suriyê, Dêrezor, Reqa, Heleb û Udlibê bêhtir ji 420 kes kuştî û birîndar bûn e.

Her weha di belavokeke xwe de, Rêxistina Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan de, di derbarê êrişên li dijî baregeh û cihên stratîjî yên DAIŞê de, weşandiye ku di encama êrişên hêzên nevnetewî li dijî DAIŞê de, 70 çekdarên rêxistina DAIŞê ku hinek ji wan bi regez Sûrî bûn û digel 50 çekdarên Eniya Nusreyê, hatine kuştin û nêzîkî 300 kes jî birîndar bûne.

Di wê bare de, jêdereke agahdar ji Rêxistina Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daye zanîn ku hejmara kuştiyên çekdarên DAIÛê wê bighêjin 170 kesan ji ber ku rewşa 100 çekdarî pir xerape û gelek ji wan rakirin Êraqê.

Her weha serokê Rêxistina Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdurihman daxuyan kirin ku îro berbanga sibê roja çarşemê, hêzên ezmanî yên hevpeymana navnetewî û Erebî li hinek xalên stratîjî yên komên çekdar yên ser bi DAIŞê dane û ziyaneke mezin gihîştiye rêxistina DAIŞê liu wan deveran.

Her weha ev care yekemîne ku hêzên navnetewî li kantona Kobanê cihên DAIŞê bombebaran û moşek baran bikin, piştî ku li navçeyên ser bi parêzgehên rojhilat û bakur û rojavayê Suriyê, Dêrezor, Reqa, Heleb û Udlib bi awayekî pir bi hêz dest bi êrişên li dijî bingeh û baregehên DAIŞ, Eniya Nusre û Ehrarê El-Şamê kiri bûn.

Hêjayî gotinê ye ku piştî lêdana hêzên Navnetewî li biungeh û baragehên DAIŞê, çekdarên DAIŞê êdî bi awayekî revî ber bi Kantona Kobanê hêzên xwe şandin tako fişarê bixwe ser YPGê û Kobanê bi alîkariya hinek welatyên navçeyê dagîr bike, lê diyare hîn gelê Kobanê û şervanên YPG`ê bi awayekî pir çalak li ber xwe didin û serkeftinên dîrokî tomar dikin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button