Break newsNûçeslide

Rêveberiya Xweser: tu rêkeftin bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bo vekirina Sêmalka tune ye

Yekîtî Media 8/6/2016

Nivîsgeha ragihandinê ya desteya navxweyî ya girîdayî Rêveberiya Xweser ( ku ji rex PYD ê ve hatiye ragihandin) daxuyaniyek belavkir, têde diyar dike ku tu rêkeftin ji bo vekirina deriyê Sêmalka Pîşabûrê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re tune ye, herwiha got ku tu hevdîtin di navbera nûnerên wan û nûnerên PDK – Iraq de nehatine girêdan, û biryara vekirina deriyê Sêmalak ji aliyê PDK – I tenê derketiye.

Herwiha di daxuyaniyê de hat, ku Rêveberiya Xweser (Desteya navxweyî) biryara vekirina deriyê Sêmalka ji rex PDK bi erênî dinirxîne, û ew hêvî dike ku ne biryareke siyasî be û di paşerojê de cardî neyê girtin.

Hêjaye gotinê ku roja îro çarşemê 7 kemyonên arvan derbasî rojavayê Kurdistanê bûne bi riyê deriyê Sêmalka, herwiha dê roja sibe pêncşemê 50 kemyonên erzaq û xwarinê derbasî rojavayê Kurdistanê bibin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button