Break newsRaportslide

Rêvebera programê girûpa navnetewî ya siyaset û yasaya diwelî ligel nûnerên ENKSê di Hevbendiyê de civîya

Yekîtî Media 30/9/2016

Doh pêncşemê 29 Êlûnê li Istanbolê, Fûad Elîko û Hewas Eqîd nûnerên ENKSê di desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Rikber de ligel ”Bêtsî Babkin” Rêvebera programê girûpa navnetewî ya siyaset û yasaya diwelî civîyan, Babkin ji bal Rêveberiya Amerîkî hatiye karsipartin bi şopandina doseya danûstandinên ji bo Sûriyê.

Di civînê de rewşa Sûriyê bigiştî hat gengeşekirin û bi taybet pirsa Kurdî, Fûad Elîko û Hewas Eqîd helwesta ENKSê ji belgeya desteya bilind ya danûstandinan ku li kongirê Londonê pêşkêşkir diyar kir, ku ew wek ENKS pabendiyê bi wê belgeyê nakin jiber ku ne ligor daxwazên wan hat, herweha pêkhatên din jî ew belge red kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button